HevpeyvînRojev

Bafil Talebanî ji Rûdawê re hûrgiliyên bûyera ‘jehrîkirin’a xwe eşkere kirin

Hevserokê YNKê hûrgiliyên bûyera `jehrîkirin`a xwe eşkere kirin û got, “Ez hatim jehrîkirin û belge û îtîrafên xelkê hene.” Li ser sedema belavnekirina wan jî Bafil Talebanî dibêje, “Giftugo li ser wê dikim ku gelo, yekem; gelo bi dadgehê bên dayîn? duyem; li ku bi dadgehê bên dayîn, li Herêma Kurdistanê an li welatekî din!” Bafil Talebanî got jî, “Min di mala xwe de sîxûrek derxist ku ne sîxûrê, partî an welatekî din bû.”

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, di hevpeyvînekê de li gel medyayên Herêma Kurdistanê, li ser pirsên peyamnêrê Rûdawê behsa nakokiyên li nav YNKê, civînên li gel Lahûr Şêx Cengî û bûyera `jehrîkirin`a xwe kir.

Hevserokê YNKê Bafil Talebanî ji Rûdawê behsa civînên li gel Lahûr Şêx Cengî kir û got, “Em qet nêzîk nebûn û encama ti civînên me baş nebû. Bawer nakim em bi civînên girtî, pirsgirêkan çareser bikin” û tekez jî kir, Lahûr Şêx Cengî, hevserokê bêdesthilat e û beşdarî helmeta hilbijartinê nabe.

Roja 25/08/2021, Polîtburoya YNKê daxwaz ji Lahûr Şêx Cengî kir, di nava 72 demjimêran de Herêma Kurdistanê bicih bihêle. Bafil Talebanî derbarê vê yekê de dibêje, biryar bo Lahûr Şêx Cengî hat şandin û biryar bi dilê wî nebû û got, `divê serkirdayetiya YNKê daxwaz jê bike`. Bafil Talebanî dibêje, “Serkirdayetiyê jî jê re got, lê diyar e biryar daye neçe, ji 124 endamên serkirdayetiyê 104 endam piştevanên wê boçûnê (derketina Lahûr Şêx Cengî) bûn.”

Roja 08/07/2021, komelek guhertin li nav YNKê çêbûn ku bi guhertina Berpirsê Dezgeha Zanyarî û Fermandarê Dije Terorê destpê kir. Bafil Talebanî li ser guhertinên piştî 8ê Tîrmehê yên li nav YNKê, tekezî li ser wê kir, “veger bo berî 8ê mehê (Tîrmeh) nîne.”

Li gor Bafil Talebanî, piştî wan guhertinan gefxwarin, dijûn û heqaret li herêma Silêmaniyê kêm bûne û li ser rewşa YNKê piştî wan guhertinan jî, bêyî amajekirin bi navê ti kesî, got, “Encama guftugokirinê ew nîne hêz bê şandin bo ser kargêriyeke polîtburoyê, şeqaman bigirin û deriyan bişkînin û hezar gef û heqaret bên şandin” û diyar jî kir, berî guhertinan “hêz bo ser kargêriya Polîtburoyê hat şandin.”

Yek ji guhertinên piştî 8ê Tîrmehê, girtina kanala IPLUS bû ku nêzikî Lahûr Şêx Cengî e û heta niha jî dest bi weşanê nekiriye û Bafil Talebanî li ser vê mijarê jî got, “di nav avahiya IPLUS de bi dehan rûpel dihatin birêvebirin ku bi wan dijûn û heqaret li her kesê dihatin kirin.”

Bafil Talebanî dibêje, “Ez ne di wê baweriyê de me ku YNK bi heqaret û bi facebookê bikare ji ti hizbeke din bibe. Li gor min piştî 8ê mehê, derfet zêdetir e bo ku Kurd yekrêz bin bi taybetî li Bexdayê, ji ber ku mijara kîna şexsî li nav me nemaye.”

Roja 31/08/2021, Polîtburoya YNKê daxuyaniyek derbarê bûyerên 31ê Tebaxa 1996an de belav kir û Bafil Talebanî dibêje, “Ew karê Polîtburoyê bû û ez jî piştevanê her biryareke YNKê me.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Hevserokê YNKê tekez dike, “Baweriya me bi yekrêziya Kurdan e, taybetî li Bexdayê. Ev hilbijartin gelek girîng e, gelek pirsgirêk hene li derdora me. Baweriya me wisa ye ku Kurd divê li Bexdayê yekdeng û yekrêz bin. Gelek asayî ye ku li vir (Herêma Kurdistanê) em minaqeşa gelek tiştan bikin û rikeberiya hev bikin.”

Bafil Talebanî derbarê guhertinên piştî 8ê Tîrmehê û jehrîkirina xwe de jî axivî

Beşeke xelkê Herêma Kurdistanê guhertinên li nav YNKê wek `derbe` binav dikin, lê Bafil Talebanî vê yekê red dike û dibêje, “Ez dixwazim bo we zelal bikim ku ew hilweşandina derbeyê bû, bi salan e li nav vê partiyê (YNK) derbe hatiye kirin. Behsa Lahûr dikî, Lahûr dezgehên emnî bikar anîn bo wê derbeya ku me hilweşand.”

Di destpêka serhildana pirsgirêkên di nav YNKê de, medya fermî ya wê partiyê bangeşeya wê kir, hewl hatiye dan ku Bafil Talebanî bê jehrîkirin, lê piştî çend demjimêran ew nûçe hatin rakirin. Lê Bafil Talebanî dûbare tekezî li ser wê kir û got, “Min sîxûr li nav vê malê dît, sîxûrê hizbekê yan welatekî din nebû, sîxûrê Dezgeha Zanyarî bû… ez hatim jehrîkirin, belga min jî heye ku ez hatim jehrîkirin li nav mala xwe, îtîraf jî hene, derman (jehr) jî hatiye dîtin.”

Hevserokê YNKê li ser rexneyên xwe yên derbarê Dezgeha Zanyarî ya berî 8ê Tîrmehê berdewam bû û got, “Beşek ji Dezgeha Zanyarî bi ser hemû organên vê partiyê (YNK) de zal bûbû… me hilbijartin nekiriye bêyî lîsta Dezgeha Zanyarî, ti berpirsekî vê partiyê bi vî şêweyî ev dezgeh bikar neaniye… ti berpirsekî vê partiyê navê Dije Terorê bikar neaniye ji bo bihêzkirina xwe.”

Bafil Talebanî amaje bi wê jî kir, “Dizanî ji %40 ta 50 kadirên YNKê nediwêran bi sim karta Asya biaxive, dizanî ku ev çi tawan e… wateya vê ew bû ku baweriya wan bi Dezgeha Parastinê (li Hewlêrê) zêdetir bû ji Dezgeha Zanyarî. Beş hebû li nav Dezgeha Zanyarî ku kar li ser exlaqê xelkê li nav partiyê kiriye.”

Derbarê guhertina postên Berpirsê Dezgeha Zanyarî û Fermandarê Dije Terorê de ku bûne sedema nîgeraniyên Lahûr Şêx Cengî, Bafil Talebanî dibêje, “Me fermana hikûmetê cîbicî kir, nûnerê me li nav hikûmetê kak Qubad e, wî biryar da ku ew guhertin bên kirin, em jî piştevan bûn û me cîbicî kir.”

Piştî çend roj ji pirsgirêkên di navbera Hevserokên YNKê de, di daxuyaniyekê de ku ji aliyê rûpela fermî ya Bafil Talebanî ve hat belavkirin, Bafil Talebanî wek `Serokê YNKê` hat nasandin. Bafil Talebanî li ser vê yekê jî got, “Ez wê rûpela Facebookê birêve nabim û dema min ew dît, di zûtirîn dem de min got ku ew ne rast e.”

Hevserokê YNKê amaje bi wê jî kir, piştî guhertinên li navxweya vê partiyê, seranewergirtin, bûyerên kuştin û revandina bazirganan li Silêmaniyê kêm bûne û herwiha amaje bi wê jî kir ku berî niha li ser torên civakî çend rûpelek bo dijayetiya beşek ji berpirsan hatine bikaranîn û piştî guhertinên nav YNKê jî, ew bûyer kêm bûne û nimûne jî dan, “Ji 8ê mehê (Tîrmeh) ve yek heqaret li dijî kurên kak Newşîrwan (Rêkxerê berê yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa) nehatiye kirin, yek heqaret li dijî Dr. Rêwaz (Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq) nehatiye kirin.”

Jêder: Rûdaw

Back to top button