Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, di kongreyeke rojnemevaniyê de da xûyakirin ku, eger Talîban mercên wan bi cî bîne, wê li ser asta navdewletî were naskirin.
Herwiha Jean-Yves Le Drian destnîşan dike, heta ku Talîban wan mercan bi cî nîne li ser asta navdewletî wê neye naskirin.
Mercên ku Fransayê danîne waha ne:
– Divê rê bidin wan Afganiyên ku dixwazin ji tirsa Talîbanê ji Afganistanê derkevin.
– Rê nedin Afganistan bibe alîyekî aram ji bo terorê.
– Rê bi çûna hevkariya mirovî ji bo ser xaka Afganistanê bê dayîn .
– Mafê mirovan, bi taybet mafê jinan bê parastin.
– Hikûmeteke demkî were pêkanîn.