CîhanRojev

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encumena Şûraya Îranê civiyan


Her di berdewamiya serdana xwe ya Tehranê de, berî nîvroya îro înê 06.08.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Mihemed Baqir Qalîbaf Serokê Encumena Şûraya Îslamiya Îranê civiya.

Civîna ku bi amadebûna Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê birêve çû û tê de pêşxistina warên peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş û girîngiya parastina asayîş û aramiyê gotûbêjkirin.

Di civînê de ku şanda li gel Serok Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji berpirsên Komara Îslamiya Îranê jî amade bûn, herwiha di derbarê rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş de axivîn.

Back to top button