CîhanRojev

Tirkiye: Partiya Keska!

Li Tirkiye gelek partiyên siyasî hene û rojane hinek pertî têne damezirandin û gelek partî hene ku hemwelatî navê wan jî nizanin. Lê li gora siyasetmedaran tunebûna Partiya Keska li Tirkiye kêmasiyeke. Piraniya caran wezereta navxwe bersiva partiya rojeki de dide. Lê dema partiyên pirsa Kurd ve girêdayîbin bersiva wezereta navxwe dereng dikeve û carna jî qet tu bersivekî nade.

Niha Partiya Keska jî di vê rewşêde ye. Eve zêdeyî salekiye Partiya Keska ji bo damezirandina xwe serî li wezereta navxwe daye, lê deng ji wezaretê dernakeve. Tê zanin ku di van deh salên dawî de Partiyên Keska taybetî li Ewropa karîne pêş bikevin û li hinek welatan bandora xwe li siyasetê de didin xûyakirin. Lê li Tirkiye heta vê gavê rê nedane ku Partiya Kesk bê damezirandin û bi aktîf bikeve di nava siyasetê de.

Lê pirsek din di siyaseta Tirkiye de heye ku, gelo Partiya Kesk dê ,çewe li pirsa Kurd binêre? Ew jî wek hemû partyên din vê pirsa girînd binirxîne,yan dê bikaribe li gora standartên Partiyên Kesk li ewropa vê pirsa girîng binirxîne.

Cara yekem Partiya keska di sala 1988ê de hatibû damezirandin. Lê sala 1994ê bi mebasta hesabên xwe radestî cihê pêwist nekirîbû ji aliyê Dadgeha Desturîve hatibû girtin.

Partiya Keska cardin sala 2 a!020ê hate damezirandin û hêviyêne ku wezereta navxwe bersiva wan bide û bikaribin aktif bibin.

Back to top button