
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, hilbijartin dê di dema xwe de bên kirin û hêzên Amerîka jî dê heta dawiya îsal ji Iraqê derkevin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ku çend roj bûn bo danûstandinên stratejîk di navbera Amerîka û Iraqê de çûbû Amerîka, vegeriya.
Piştî vegeriyanê, ofîsa wî daxuyaniyek da û ragihand, wan û Amerîka li hev kirine ku heta dawiya îsal hêzên şer yên Amerîka dê ji Iraqê derkevin.
Li ser hilbijartinan jî Kazimî gotiye, hilbijartin dê di dema xwe de bên kirin û nayên paşxistin.
Biryar e hilbijartinên Iraqê roja 10 Cotmeha îsal bên kirin.


