Felat Aygoren serokê şeredariya Pîran bû. Felat ji listeya HDPê de bibû serokê şeredariyê. Felat Aygoren hevalê Platforma demokrat a Kurd bi serokatiya Sertac Bucak de bû. Tê zanin ku di dema hilbijartinên herêmî de, Sertac Bucak û Emin Kardas li gel HDPê hevkariyek kirin û HDPê di çerçoveya vê hevkariyê de, serokê şeredariya Pîranê da Sertac Bucak û yê navçeya Çinarê jî da Emin Kardaş. Kardaş xwezûrê kurê xwe kir kandîdat, ji ber ku HDPê kandidatiya Kurê Kardaş qebûl nekir.
Sertac Bucak jî Felah Aygoren kir kandidatê şeredariya Pîrana navçeya Diyarbekirê. Aygoren hate hilbijartin. Lê piştî demekî Aygoren rexne li HDPê kirin û ji HDPê îstifa xwe da û wek serbixwe ma. Herweha hevseroka ku endamê HDPê bû jî ji kar dûrxist.
Di vê derbarê tifaqa HDPê serkirdeyatiya wê dike daxûyaniyek jî ragihand. Lê Felah Guh neda wan û karê xwe yê şeredariyê berdewam kir.
Dema serokkomarê Tirkiye Erdogan serdana Diyarbekirê kir, Felah tevlî AK Partiyê bû. Erdogan sembola AK Partiyê bi destê xwe bedena Aygoren ve kir…