PolîtîkRojev

ENKS: Divê çarenûsa kesên winda bûyî bê eşkere kirin

ENKSê û serokatiya HSDÊ civînek li darxist û di encama civînê de, Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê daxûyaniyek ji bo raya gişti ragihan.

Di daxûyaniyê de dibêje: Encûmena Niştimaniya Kurdî li Suriye, li gel serokatiya  HSDêre civînek li dar xist.Babetê civînê danistandina li gel PYDê bû. ENKSê, di derbarên kesên deverên di bin desthilata PYDê de hatîn winda kirin listeyeka navan radestî berpirsên HSDê kirin. ENKSê daxwaz kirk u çarenûsê van kesan bê diyarkirin.

Herweha ENKSê da xûyakirin ku, hinek daxûyaniyên ku hatî belav kirin ew ikna nekirine û ev kesên winda bûyin û çarenusa wan gelekî xalek girîng e û ev yek divê ji aliyê ENKSê ve jî bê şopandin da ku çarenûsê wan zelal bibe. Herweha ENKS vê yekê wek erkekî li himber malbatên kesên windabûyî dide xûyakirin.

Back to top button