Serokê nû yê dezgeha Zanyarî hat destnîşankirin

Serokê nû yê dezgeha Zanyarî ya encumena asayişa Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.

Medyaya fermî ya YNKê ragihandiye, îro li Silêmaniyê di civînekê de cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî serokê nû yê dezgeha Zanyarî ya encumena asayişa Kurdistanê destnîşan kir.

Li gorî agahiyan, serokê nû yê Zanyarî, Ejî Emîn e.

Qubad Talebanî daxwaz ji hêz û dezgehên ewlehiyê kir nabe bi ti awayî destwerdanê di karûbarên siyasî de bikin ji ber ku erka wan tenê parastina ewlehî û aramiyê ye.

Di civînê de wezîrê Pêşmerge, serokê dezgeha asayişa Kurdistanê, wekîlê wezîrê navxwe, berpirsê asayişa Silêmaniyê, berpirsê polîsê Silêmaniyê û fermandeyê hêza parastina Silêmaniyê jî beşdar bûn.

Nerîna min :