CîhanRojev

Serokwezîrê Yunanistanê serdana xwe ya Bexda û Hewlêr şûnve da

Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis ji ber pirsgirêkên ewlehiyê gera xwe ya Iraqê pêkneanî û şûnve da.

Biryar bû serokwezîrê Yunanistanê  roja Duşemê serdana welatê Rojhilata Navîn bike, lê piştî êrişên ku van rojên dawî li Iraqê pêk hatin, ew serdan hate paşve xistin.

Mitsotakis diviyabû ku serdana Bexda û Hewlêrê bike.

Tê zanîn grubên çekdar bi drone êrîşe balefirxaneya Hewlêr kirîbûn lê tu ziyanek çênebibû. Herweha li Bexdayê nawenda polisên Iraqê de  otomobilek bombekirî hate teqandin û herî kêm 12 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Serokwezîrê Yunanistanê dibêje ku; Ev cure êrîş ne di berjewendiyên Iraqê de ne, belkû jiyana welatiyan û şandeyên dîplomasî dixe metirsiyê.

Back to top button