Akademîsyen Dr. Keywan Azad derbarê hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê û fişara wê ji bo hêz û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê axivî û ragihand ne PKK ne jî hêzeke din a kurdî nabe ji ser xaka Herêma Kurdistanê êrîşî welatekî cîran bikin.
Dîroknas û şarezayê siyasete Dr. Keywan Azad derbarê êrîşên PKKê bo ser dezgehên Herêma Kurdistanê û binpêkirina serweriya yasayên Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re axivî û got: ‘’
PKK ji Qendîlê nikare Tirkiye biguherîne. Piştî Raperînê û duristbûna Parlementoya Herêma Kurdistanê hêzên çekdarên ê Rojhilatê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê divê rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bikin ku weke herêmeke federal ji aliyê cihanî ve tê nasîn. Hemû welatên cîran konsolxane li Hewlêrê vekirine. Divê ew hêzên çekdar ê parçeyên din ê Kurdistanê bizanibin ku ji aliye siyasî û yasayî nabe ew ji ser Herêma Kurdistanê êrîşî welatên cîran bikin.
Heger hebûna PKKê ji bo xelk û xaka Herêma Kurdistanê bibe kêşe û PKK xwe weke hêzeke kurdî bizanibe divê ji Qendîlê derbikeve PKK divê bizanibe Tirkiye welatekî mezin e û endamê NATOyê yê serbazî ye. Dewleta Tirkiyê bi çekên PKKê narûxe û Herêma Kurdistanê jî nikare bergiriya şerê Tirkiyê beramber PKKê de bike. PKK dixwaze ji Qendîlê Tirkiyê biguherîne ew tiştekî baqilane nîne û welatekî weke Tirkiyê mezin bi hêzeke ji dûrî wê çek beramberî wê girtiye naguhere.
Herwiha Dr. Keywan Azad amaje bi wê yekê dike ku ku nabe hebûna PKKê bibe bahane ji bo Tirkiye were xaka Herêma Kurdistanê dagir bike û divê PKK ji wan herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê dagir kiriye derkeve û bi rêkeftinê radestî Pêşmergeyan bike. Ne ku rê ji Tirkiyê re xweş bike û Tirkiye bê li wan herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi cî bibe.
Di berdewamiyê jî de Dr. Keywan Azad bang li hin aliyên siyasî yên kurdî li Herêma Kurdistanê jî kir û got: ‘’ Ew aliyên bangeşeyê ji bo PKKê dikin û wa dizanin PKK parastina Herêma Kurdistanê dike gelo ew heta niha li ku bûn? Ew çawa peyda bûn? Ma ne ew bûn û Pêşmerge bû yê parastina Herêma Kurdistanê kir û Herêma Kurdistanê ji bin dagirkeriyê rizgar kir. Divê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bizanibin nabe ew parastina PKKê bikin belkî PKK ji bo parastina Başûrê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê derbikeve û xebata xwe bibe Bakurû Kurdistanê.