PolîtîkRojev

PKKê bi berdewamî aramiya Herêma Kurdistanê xistiye ber gef û metirsiyê

Parêzgarê Hewlêrê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge şermezar kir û ragihand, êrîşa li ser hêza Pêşmerge, êrîşa li ser tevahiya xelkê Kurdistanê ye û divê sînorek ji van riftarên PKKê re bêne danîn.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi mixabiniyeke mezin, îro danê sibê di encama kemîneke çekdarên PKKê de li devera Amêdiyê, pênc Pêşmerge şehîd bûn û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”

Parêzgarê Hewlêrê got: “Êrîşa PKKê bi tundî şermezar dikin, tekez dikin ku êrîşa li ser hêza Pêşmerge, êrîşa li ser tevahiya xelkê Kurdistanê ye û divê sînorek ji van riftarên PKKê re bêne danîn ku bûne sedema nearamiyê û dirustkirina pirsgirêkan ji welatiyan re bi berdewamî aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê xistine ber gef û metirsiyê.

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Ji ber vê çendê em serexweşiyên xwe pêşkêşî malbatên van şehîdan dikin û daxwazê ji Xwedayê mezin dikin, sebr û aramîyê bide hemû aliyan û giyanê şehîdan bide ber dilovaniya xwe û bi bi bihuşta perîn şad bike û hêviya başbûna zû ji birîndaran re dixwazin.”

Back to top button