Edhem Barzanî ji Rûdawê re axivî û nûçeyên di derbarê xwe de red kir û got “Hemû gotegotên li ser gera min a normal, ji rastiyê dûr in û têne berevajîkirin.”
Edhem Barzanî ku Şemiya derbasbûyî çûbû derveyî welat wiha got “Gotegotên yên li ser gera min derketine, di navbera du kesan de hatine axaftin û ew bûye senaryoyek.”
Edhem Barzanî pêr ji Hewlêrê, Hikûmeta Bextayê, Netewên Yekbûyî, sazî û berpirsên saziyên navnetewî re nameyek şandibû û tê de xwestibû ji bo ku operasyonên xwe yên leşkerî yên li Herema Kurdistanê bi dawî bike guvaşan li ser Tirkiyê bikin.
Barzanî tekez kir ku wî nameya xwe “wek hemwelatiyek sade û bihest” nivîsandiye. Herwiha Barzanî bal kişand ser wê yekê ku hukmên peymana Lozanê di 2023an de bi dawî dibe û dikevin demeke zehmet û ne diyar û wiha berdewam kir “Kurdistan bi qirkirina sirûştî û dagirkirineke leşkerî ya nû re rû bi rû maye.”
Edhem Barzanî di peyama xwe de wiha gotibû “Wek em hemû agahdar in di vê heyama derbasbûyî de, cografyaya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Badînan bi taybetî û bi şêwazekî gelek dijwartir, ketiye ber pêleke dijwar a destbiserdegirtinê ku li gelek herêman artêşa dewleta Tirkiyê heta kurahiya bi nêzikî 40 kîlometre hatiye pêş û axa Kurdistanê xistiye bin şert û mercên zehmet û neyasayiya dagirkeriya serbazî.”
Di peyama xwe de Edhem Barzanî hişyariyê dide û daxwaz dike, “dema lêdana zengila metirsiyê hatiye ku em hemû bi hev re û bêyî dudilî vê zengilê lê bidin. Gelek bi ciddî hemû rêkarên navdewletî werbigirin û helwesta xwe rêk bixin” û daxwaz ji dewleta Tirkiyê bikin “di çarçoveya cîrantî, hevayînî, pêkvejiyana dîrokî û cografî de, ji bo jiyana aştiyane ya di navbera gelên Kurd û Tirk û gelên din ên li deverê û seqamgirî û aramiya herêmayetî û Rojhilata Navîn, rêz li serweriya ax, jîngeh û îdareya xwerêveberiya yasayî û destûrî ya Kurdistanê bigire û îtîraf bi prensîpên mirovî, siyasî û îdareyên li wan herêman bike û pirsgirêkan di çarçove, bazne û civaka Tirkiye û Kurdistana Bakur de çareser bike ku navenda serhildana wan arîşeyan e ku pêwîstî bi hevtêgihiştina netewên Kurd û Tirk heye. Bijî aştî û pêkvejiyana mirovatiyê.”
Piştî weşandina nameya Edhem Barzanî, armanca serdana wî ya Îranê berevajî kiribûn û wek terikandina welat nîşan dabûn. Di hinek nûçeyan de dihat gotin ku dê Edhem Barzanî di demek nêz de bi “tevgereke şoreşger” vegere.