Vîdeoyên Sedat Peker desthilat lal kir
Sedat Peker serokek mafya Tirk ê baronek herî mezin yê Narkotikayê ye. Peker gelek cara hate girtin û berdan herî dawî dema cardin zanî ku dê bê girtin derket derveyê Tirkiye. Vê carê Peker biryar da ku behsa pêwendiyên xwe û dewletê bike, behsa berpirsên bilind yên dewletê bike. Bi vê mebestê heta niha 7 video belav kirine û zêdeyî 55 milyon insan li van vîdeoya temaşe kirine.
Peker beha pêwendiyên xwe û gelek berpirsên dewletê dike, ji xwe Peker ji aliyê ewlehiya dewletê ve jî dihata parastin. Di armanca videyon Peker de wezirê navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu heye. Soylu hewlda bersiva hinek gotinên Peker bide ,lê feyde nekir. Ji aliyek din ve gelek bisporên siyasî dibêjin ku, tişta eve 17 salin muxelefeta Tirkiye û seri de jî CHPê nekarî bike, peker bi çend vîdeoyan kir û desthilat tevlîhev kir. Bi mejiyê dewletê leyizt û li himber ithamên Peker dewlet lal bûye û nikare bersiva peker bide yan jî îdiayên Peker dike red bike.
Peker rastiya dewleta Tirkiye dibêje, mimkine di hinek mijaran de tuzekî tiştên zêde dibêje, lê di bingehê axavtinên wî de rastiyek a dewleta Tirk heye. Peker îtibara dewletê kêm kir û aloziya hukumetê danî ber çavan. Peker behsa dewleta kûr dike û behsa tarafika narkotikayê dike.
Ajans û rojnameyên wek Reuters, The Guardian û Financial Times behsa videoyên Peker kirin û li ser îdiayên Peker nirxandin kirin û rewşa Tirkiye ketiyê ji aliyê xwe ve şirove kirin.
Peker heta vê gavê behsa serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan nekiriye û dixweyê bi awayekî wî diparêze jî. Peker dibêje ku , Erdogan xencerek li pişta xwe xwariye û derdora nêzik a Erdogan xencerek li pişta wî dane. Yanî xiyanet li Erdogan kirine.
Tirkiye deravek gelek teng re derbas dibe. Rewşa darayî gelekî xirabe û siyaseta Pandamiyê Tirkiye serubin kiriye, itibara hukumetê gelek kêm bûye. Videoyên Peker jî di vê rewşa aloz de barek giran kir ser milê desthilatê û bu sedemek ku rijeya dengên AKPê hejî kêmtir bibe. Yanî hêdî desthilata Tirkiye ne bi hêze û hergavê dikare birûxe.