CîhanRojev

Heyetên Amerika û Tirkiye li Stanbulê civiyan

Berdekê serokkomarê Tirkiye Ibrahim kalin û cîgirê wezîrê derve yê Amerikayê Wendy Sherman û şandên li gel wan li stanbulê civiyan. Li stanbulê qesra Dolmabahçeyê de herdu şand hatin ba hev û behsa pirsgirêkên navbera herdu welatan de kirin.

Di hevdîtinê de behsa rewşa Afganistan, Suriye û Libyayê hate kirin û behsa pêwistiya karê hevbeş li van deveran hate kirin.

Herweha aliyê Tirkiye pirsa pêwendiyên Amerikayê li gel PYDê anî rojevê û daxwaza guherina helwesta Amerikayê kir. Herdu aliyan biryar dan ku hevpeymaniya di navbera xwe de biparêzin û di çerçoveya NATOyê de pêwendiyên xwe bi hêztir bikin.

Back to top button