Wezerê tenduristiya Britanya yê Grant Shapps da xûyakirin ku ji roja 12ê Gulanê pêve kesên ji Tirkiye serdana Britanya bikin,dê 10 rojan li otelan de bimînin karantinayê de. Herweha Fransa jî bere ku biryarek bi vî cureyî ji bo Tirkiye werbigire.
Kesên ji Tirkiye herin van herdu welatan divê 10 rojan di hotelan de bimînin û qet dernekevin derve û tevlî xelkê nebin. Bi vî awayî serdana kesan ji Tirkiye ji bo van welatan gelekî zehmet dibe heta radeyekî hatin çûn disekine. Sedema vê jî zêdebûna belavbûna vîrûsa Koronayê li Tirkiye ye.