PolîtîkRojev

Êrîşê firokexaneya Hewlêr kirin

Li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê dengê teqîneke bihêz hat bihîstin.Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihand ku bi mûşekan êrişî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.

Dije Terora Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku mûşekek arasteyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.

Çavkaniyeke ji Asayişa Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand ku dengê teqîneke mezin li nêzîkî firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hate bihîstin. Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku teqîn bi mûşek bûye ku arestey binkeya serbazî ya hevpeymaniya navdewletî hate kirin, lê heta vê gavê zanyariyên zelal nînin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî ji Rûdawê re ragihand ku “dengê teqîneke li derdora firokexaneya Hewlêrê hate bihîstin û lêkolînê ji bo zelalkirina li cihê mûşek lê ketiye destpê kiriye.”

Omêd Xoşnav herwiha da zanîn ku li gor zanyariyên destpêkê ti ziyanên canî nebûne.

Ji aliyê din ve Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirine.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke ku TNT kirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan hatiye kirin.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ti ziyaneke canî nebûye û tenê ziyanên madî bûne.

Wezaret herwiha dibêje ji bo diyarkirina cihê bûyerê lêkolîn berdewam in û piştre dê hûrgiliyên derbarê bûyerê de wê bên belavkirin.

Peyamnêrê Rûdaw li balafirxaneya Hewlêrê Senger Ebdulrehman jî ragihand, ku ti guhertinen di ser dema geştên balafiran de nehatiye kirin û dê geştên balafiran di dema xwe ya asayî de bê kirin.

Back to top button