DYA ji êrîşa li ser Kurdistanê dilgiran e

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price li ser hesabê xwe yê twîtterê dibêje: “Êrîşên li ser Herêma Kurdistana Iraqê em dilgiran kirin.”

Price got : “Gelê Iraqê ji mêj ve ji ber zordarî û binpêkirinên serweriya xwe yên bi vî rengî êş kişandiye.”

Şeva borî 14.4.2021an careke din Firokxaneya Navdewletê ya Hewlêrê rastî êrîşekê hat. Di daxuyaniyekê de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, êrîş bi riya drone TNT li ser binkeya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li firokxaneyê hatiye kirin.

Wezareta Navxwe diyar kir jî, di erîşê de ti ziyanên canî nebûne û tenê ziyanên madî gihîştiye avahiyekê û lêkolîn ji bo diyarkirina jêder û cihê jê ve êrîş hatiye kirin berdewam e.

Nerîna min :