PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniya xwe bo Şah û gelê Urdinê dûpat dikin

Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û piştevaniya xwe ji Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem re ragihand.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Em hemû piştgiriyekê bo xwedî şan, Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Şahnişîniya Urdin a Haşîmî, xanewadeya Şahane û aramî, asayiş ş seqamgiriya Urdinê û gelê wê dûpat dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber bûyera duh a li Urdinê dibêje, “Her tim dilê me li gel (gelê Urdinê) ye û Xwedayê mezin biparêze.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de, “Piştgirî û piştevaniya temam a xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê” ji bo Şahnişîniya Urdinê, biryar û hewlên Şah Ebdullah ragihand.

Êvariya roja Şemiyê, 04.04.2021, Şazade Hemze bin Husên û 20 kesên din li Urdinê bi gumana plandanîna bo kudeta û jikardûrxistina Şah Ebdullah hatin desteserkirin.

Piştî belavbûna nûçeya desteserkirina şazadeyekî malbatê û çend kesayetên diyar ên dewletê bi gumana hewldana bo kudetayê li dijî desthilatê, an jî wek hikûmeta Urdinê dibêje, “neseqamgirîkirina welat”, Şazade Hemze vîdyoyek belav kir û amaje bi wê kir, daxwaz ji wî hatiye kirin, ti tevgerekê neke asayişa welat bixe metirsiyê û peywendî bi kesê jî neke.

Ev rewşa nû ya Urdinê, nîgeraniya çend welatan li pey xwe anî, bi taybetî Amerîka ku wek yek ji hevbeş û hevpeymanên girîng û serekî yên Şah Ebdullah tê zanîn ku hevdem cîrana Îsraîlê ye û mezintirîn rewenda Filistînê li xwe digire.

Hevdem Erebistana Siûdî, Misir û welatên din ên herêma Kendavê piştevaniya xwe ji pêngavên Hikûmeta Urdinê re ragihandin û wek girîng û pêwîst ji bo parastina asayiş û seqamgiriya welat û herêmê binav kirin.

Back to top button