PolîtîkRojev

Danûstandinên ENKS û PYNKê çima destpê nakin?

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela ji bo destpêkirina Diyalpga Kurdî-Kurdî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kengê astengiyên li ber pêşiya wan nemînin ew dê li ser maseya danûstandinan amade dibin. Endama Şanda Danûstandinê ya PYNKê Sema Bekdaş dibêje ji ber behaneyên ENKSê hene, danûstandinên wan rawestiyan.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo civiya. Serokê ENKSê Siûd Mela ji Rûdaw re ragihand ku li bendê ne ku astengiyên li ber Diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê rabin.

Li ser vê bangewaziya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ya ji bo serxistina Diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Serokê ENKSê,amaje bi wê yekê kir ku “banga Mezlûm Kobanî ya ji bo destpêkirina diyalogê erênî ye, lê hêj mijara Pêşmegeyên Roj nehata yekalîkirin.

Serokê ENKSê Siûd ragihand, ku ew hêvî dikin, astengiyên li pêş danûstandinên di navbera wan û PYNKê de bêne rakirin û got, ku dema ew astengî nemînin, roja di pişt re ew li ser maseya danûstandinan amade dibin.

Siûd Mela got jî, ku li aliyekî ew bi xiyanetê têne tohmetbarkirin, û bi gotinên xerab nav li wan dikin, di heman demê de jî, aliyê PYNKê banga diyalogê dike.

Ji aliyê din ve Endama Şanda Danûstandinê ya PYNKê Sema Bekdaş ji Rûdaw re ragihand, ku ji ber behane û mercên ENKS, danûstandinên wan bi ENKSê re rawestiyan.

Di derbarê Pêşmergeyên Roj de jî, Sema Bekdaş eşkere kir, ku pirsa Pêşmergeyên Roj dê li gorî rêkeftina Duhokê were yekalî kirin.

 Endama Şanda Danûstandinê ya PYNKê Sema Bekdaş wiha got: “Biryar bû piştî hilbijartinên Amerîkayê û hatine nûnerê wan diyaloga Kurdî-Kurdî destpê bikira. Piştî civîn yekemîn me wek PYNK got bila ev diyalog berdewam bin, lê piştî wê em pê hesiyan ku hinek hincêtên hevalên me yên ENKSê hene û diyalog heta roja îro rawestiyane.”

Derbarê tiştên ku ENKS weke sedama destpênekirina Diyaloga Kurdî-Kurdî nîşan dide Sema Bekdaş got: “Hincêtan ENKSê ew e ku dibêje divê PYNK lêborîna xwe bixwaze, ev ne li gor ev dema em pê re derbas dibin e. Bi me ev qonax hestyar e û eger hinek hincêtên wan hebin em dikarin gotûnêj bikin. Ji ber vê hincêtê danûstaninan destpê nekirine. Ev danûnstaninên li Qamişlo çê dibin, li ser bingeha rêkevtina Duhokê dibin û jixwe li wê derê xala leşkerî diyar e. Hinek komîteyên taybet ên leşkerî vê mijarê nîqaş bikin hene. Em mijar dê bi HSDê re were gotûbêjkirin.”https://embed.kwikmotion.com/Embed/RArj7l7UIsrYNOZ1uerXg?responsive=1

Di 17ê Hezîrana 2020 de şandên herdu aliyên PYNK û ENKS bi amadebûna nûnerê Amerîkayê, li bajarê Qamişlo bi rêya daxuyaniyeke hevbeş ragihandin, ku gihîştineke lihevkirineke siyasî ya hevbeş.

Li gor wê lihevkirina siyasî ya hevbeş, Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 dibe bingeha danûstandinên navbera herdu aliyan.(Rûdaw)

Back to top button