Mamoste Qedrî Yildirim xwediyê nasnameya rewşenbîrî û siyasî bû…

Ez, him bi mirina mamoste Qedrî Yildirim gelek xemgîn im, him jî ji bona ku wî di saxiya xwe de xwendevanên xwe, raya giştî ya kurd, kurdperwer, rewşenbîr, gelê me di derbarê PKKê de ronî nekir, xemgîn im…

Îbrahîm GUÇLU

Mamoste Qedrî Yildirim, di 26ê Adara 2021an de jîyana xwe ji dest da. Ez bi mirina wî gelek xemgîn bûm. Ji bona ez ne li Diyarbekirê bûm, min nikarî di seramoniya oxirkirina û rêwîkirina wî de jî amade bibim. Vê yekê jî ez xemgîntir kirim.

Ez baş dizanim ku nûha ciyê wî ronî ye. Ew bûye mêvanê rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê û ew bi hev re wextek xweş derbas dikin. Ew qala dinyaya me dikin û bi taybetî jî dinyaya Kurdên Bakûrê Kurdistanê ya tarî dikin û ji tevizandina rewşenbîrîya kurdî ya Bakûrê Kurdistanê dikin.

Gelek aşkere ye ku mirin nexweş e. Lê ji bona însanan û neteweyan derfeta muahesebê jî çê dike. Loma ez dibêjim ku nûha rewşenbîrên Kurdistanê bi Mamoste Qedrî Yildirim ve di nav muhasebeke kûr de ne.

Hîç şik tune ye ku piştî Mamoste Qedrî Yildirim jîyana xwe ji dest da, li Bakûrê Kurdistanê û li hemû beşên Kurdistanê û di nav kurdên li dinyayê bandorek mezin çêkir.  Lewra wî di demeke bêwext de jîyana xwe ji dest dabû. Loma jî şîneke bêdeng dest pê kir. Ew şîna dom dike.

Dîsa piştî ku Mamoste Qedrî jîyana xwe ji dest da, du roj in ku  gelek rewşenbîr û nivîskar û xwendevan û zimanzan û dîrokzaneyên Kurdistanê di derbarê wî de dinivisîninin. Di nivîsan de, di derbarê nasname û xebatên  Mamoste Qedrî de gelek mijarên balkêş û hêja hatin ser zimên.

Gorî bawerîya min di jîyana Mamoste Qedrî de du rûpel hene. Rûpelek aliyê wî yên rewşenbîrî û nivîskarî û aqedemîsyanî ye. Rûpela duyemîn jî, aliyê wî yê siyasî ye.

Bi taybetî nivîskar û rewşernbîrên kurdan, di derbarê rûpela yekemîn ya Qedrî Yildirim de, di derbarê xebata wî ya ziman, çand, dîrok, edebiyatê de nivîsandin. Qala eser û berhemên wî kirin.

Ew aqedemîsyenek bû û li zanîngehan mamostetî kir. Bi taybetî piştî ku li Zanîngeha Artûklûyê bû mamoste, bû kesekî navdar. Ev navdarîya wî, bi serokatîya wî ya Beşa Ziman û edebiyata kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê zêdetir bû. Wî gelek xendevanên kurd di ziman û edebiyatê de perwerde kirin.

Wî dema ku xebata çand û ziman û edebiyatê dimaşend, zêde bi siyasetê re têkildar nebû. AK Partiyê ji bona ku xizmeta ziman û çand û edebiyata kurdî kir, beşên zimanê kurdî û edebiyatê li zanîgeha vekir, TRT Kurdî ava kir, gavên din avêtin ew jî, ji van gavan re bû piştgir. Dema ku PKKê ji TRT Kurdî û gavên AK Partiyê  derbarê kurdan re dijminitî dikir, ew li hemberî PKKê xwediyê helwest bû. Loma jî di TRT KURDÎ de bernameyek baş meşand.

Piştî ku ew bû berendamê parlamenterî ya PKK/HDPê, min wê demê fikirî ku “gelo Mamoste Qedrî Yildirim xwestibû ku di AK Partiyê de bibe parlamenter, AK Partiyê ji bona ev derfeta neda wî, ew di PKK/HDPê de bû berendamê mebûsî?

Ev pirsa li cem min bêbersîv e.

Ew kesekî bawermend bû û ji bona wî Seîdê Nursî-Kurdî referansa yekemîn bû û girîng bû. Min di konferansekê de nêrînên wî yên di derbarê Seîdî Nursî û Kurdî de bi mibalaxa dît. Di navbeyna me de minaqeşeyeke biçûk hat rojevê. Piştî wê minaqeşeyê di navbeyna me de sarbûnek çêbû.

Lê dîsa jî dostanîya me domand. Piştî ku bû mebûsê PKK/HDPê, dostanîya me dawî nehatibe jî, gelek qels bû. Min ew dema xwenga min ya mezin rehmet kiribû, ew hatibû şîna xwenga min. Min ew dît.

Rupela yekemîn ya Mamoste Qedrî Yildirim, rûpeleke spî û dagirtî û Kurdi û Kurdistanî ye. Di vê rûpelê de, di nav hemû kurdan de tîfaqa xûrt ya kurdî û Kurdistanî heye.

Rûpela Duyemîn ya Qedrî Yildirim ku rûpela siyasî ye. Ez jî wek sîyasetvan û xizmetkarekî Doza Kurd û Kurdistanê li ser vê beşê jî rawestim.

Di rûpela Mamoste Qedrî Yildirim de du beş hene. Beşa yekemîn sipî ye. Beşa duyemîn  qasî rûpela wî ya yekemîn û beşa yekemîn ya siyaseta wî  spî nîne.

Mamoste Qedrî Yildirim pêşî: Dema ku wek rewşenbîrekî û aqedemîsyenekî xebat dikir, di derbarê edebiyat û ziman û çanda kurdî de berhem diafirand, ji siyaseta milî ya her çar parçeyan re piştgirî dikir.  Ew dostekî baş û nêzik yê Dewleta Federe ya Kurdistanê bû.

Rûpela siyasî ya beşa duyemîn, beşdarbûna wî ya PKK/HDPê bû. Tu kurdekî nedipa ku Mamoste Qedriyê kurd û kurdistanî û bawermend dê bibe PKK/HDPê yî. Lê me dît ku ew jî bû PKK/HDPê yî.  

Piştî ku ew bû berendamê parlamenterîyê, di derbarê wî de her kurdperwerek şoqe bû û xwestin ku helwesta wî fahm bikin.

Lewra wî wek aqedemîsyenekî ji ceribandina Dr. Îsmaîl Beşîkçî ders dernexistibû. Ji ceribandina gelek rewşenbîrên din yên kurd ku dixwestin PKK biguherin, wek PKKê bûn jî, ders dernexistibû. 

Dr. Îsmaîl Beşîkçî bi bawerî û bi îdealiyeke paqij bibû piştgirê PKKê û dema dît ku zirar dide kurdan û Tevgera Kurdistanê wê demê dest ji PKKê berde. PKKê rexne kir.

Piştî ev ceribandinan, Mamoste Qedrî Yildirim, bû hevalê PKK/HDPê. Bi taybetî jî,  ji bona ku bibe mebûs bû PKK/HDPê. Vê yekê jî, li ser şexsîyeta wî şik çêkir. Gelekan kurdperwer û rewşenbîrên Kurdistanê gotin ku Mamoste Qedrî Yildirim ji bona karîyer û berjewendiya xwe bû hevalê PKK/HDPê.

Ez jî di wê bawerîyê de bûm. Ew bawerîya min, hîn jî nehatîye guhertin.

Piştî berendamîya wî ya mebûsî di konferansekê de em hatin hember hev. Nêrînên wî yên Kurdistanî û parastina wî ya Dewleta Federe ya Kurdistanê, yên PKK/HDPê ji hevûdu cûda bûn. Min di konferansê ew rewşa anî ser zimên û jê pirsî. Wî got ku “emê wan jî biguherînin”. Min jî got ku gelek rewşenbîrên kurd wek te xeyal kirin, lê ketin bin bandor û hûkmê PKKê. Wek PKKê bûn û heta ji PKKê xetertir bûn.

Lê dîsa jî min got ku Mamoste Qedrî Yildirim, bila  bibe mebûs, pişt re em helwesta wî şirove bikin. Em li wî neheqiyê nekin!!!

Min ew jî, wek Ş. Elçî, Dengîr Mîr Mehmed Firat  ji nêzik de şopand. Hezar mixabin min tu dem nedît ku Mamoste Qedrî Yildirim PKK/HDPê rexne kir.

PKK bi şerê Xendekan bajarên Kurdistanê xeland û texrîb kir û bi hezaran cıwanên Kurd da kûştin, deng ji wî derneket.

PKKê ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê xebat kir û ji bona rûxandina Kurdistanê her xirabiyek kir, ew li dij derneket.

PKKê, li dijî malbata Barzaniyan û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî şerekî dijwar meşand. Mamoste Qedrî Yildirim dengê xwe li hemberî vê dernexist.

Wî, di konferansan de Dewletbûna Kurdistanê û yekîtiya Kurdistanê diparast, lê PKK dema ku li Başûrê Kurdistanê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derket, dîsa deng nekir.

PKKê, li Suriyeyê Rejîma Baasê re piştgirî kir, li Rojavayê Kurdistanê wek wekîlê Baasê bi hev re bi dîktatorî li Gelê Kurdistanê zilûm kir, dîsa deng dernexist.

PKKê, li Başurê Kurdistanê bajar û bajerok û gundên Kurdistanê bi piştgiriya Îranê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê îşgal kir, dîsa deng dernexist.

PKKê zarokên 13-14 salî li hemû beşên Kurdistanê revand kir leşker û kir qetîl, Memosta Qedrî Yildirim li dij derneket.

Ez dikarim gelek mijarên din rêz bikim. Lê nûha ez dixwazim li vir bisekinim.

Bila serê neteweya me û malbata wî û xwendevanên wî û hezkirên wî, rewşenbîr, nivîskar û zamanzane, edebiyadzaneyên Kurdistanê sax be.

Diyarbekîr, 02. 04. 2021

Nerîna min :