CivakRojev

Medya Civakî Ocalan kuşt!

Eve demek bû di medya civakî de hinek nûçe hatin belav kirin ku Abdulah Ocalan miriye. Di vê derbarê de gelek nûçe belav bûn û gotin hatin kirin. Serdozeriya bajarê Bursayê Di derbarû rewşa Ocalan de daxûyaniyek nivîskî belav kir û dabû xûyakirin ku, tenduristiya Ocalan baş e. Lê cardin taybetî medya PKKê ev yek wek babetek a propagandeyê bi kar anî.

Herî dawî Ocalan û hinek girtiyên din ku li ser daxwaziya Ocalan birîbûn Îmraliyê, li gel malbatên xwe bi telefonê axivîn. Ocalan li gel birayê xwe Mehmet Ocalan bi rêya telefonê hevdîtinek kir û da xûyakirin ku tenduristiya wî baş e.

Lê dixweyê medya PKKê dixwaze zû Ocalan bimirê da ku vê yekê wek malzemeyaka propagandeyê bi kar bînin.

Back to top button