”Roja dêzimana” ya navnetewî pîroz be.
Mebesta Unesco´yê ew bû ku; Axlem 1- Ji pirzimanî ra destekbûn û piştevanî… 2- Pêkanîna hişyarîya kevneşopî ya çandî û zimanî… 3- Balkêşîya zanînnasîyê ya famberî, tolerans û diyalogê.
Îlhamî Can
Belê, fenî ku pir kes dizanin, di meha Mijdarê sala 1999´a da, li Unesco´yê biryarekî hêja û pîroz hat dayin. Biryarekî giranbiha bû; ”Roja Dêzimana ya Navnetewî” hat pejirandin û ragihandin. Vê roja pîroz, cara yekem di 21´ê Sibat´ê ya 2000´î da hate pîrozkirin.
Sedema vê biryarê ew bû ku; Dewleta Pakistanê, di 27´ê Sibata 1952´ya da, zimanê xwe yê fermî ”Urdû”kî ragihand ku li ser seranserê Bengladeşê jî wekî zimanê fermî bide qebûlkirin û pejirandin. Piştî vê biryara Pakistanê gelê Bengladeşî û xasma xwendekarên Unîversîteya Daka´yê li dijî vê biryarê derketin, denge xwe bilind kirin, nerazîbûna xwe anîn ziman û serî hildan. Di 27´ê Sibatê ya 1952´ya da, di raperîna xwendekara da, 3 xwendekar û ji gel jî pir kes hatin kuştin, birîndar bûn û hatin derdestkirin.
Wekî tê zanîn, Bengalî zimanekî ”Indoarî” ye. Li rojhilata nîvgirava Hîndistanê tê axaftin. Li rojavaya Bengalê û Tripurayê jî tê bikaranîn. Ji alî nêzikî 165-170 mîlyon -(2020) Bengladeşî va jî tê bikaranîn.
Mebesta Unesco´yê ew bû ku; Axlem 1- Ji pirzimanî ra destekbûn û piştevanî… 2- Pêkanîna hişyarîya kevneşopî ya çandî û zimanî… 3- Balkêşîya zanînnasîyê ya famberî, tolerans û diyalogê…
Hin agahîyên kin û kurt li ser ziman û dêziman;
a- Dêziman(yekdêzimanî); Zimanê ku zarok yekemcar hîn(fêr) dibe û pê diaxife.
b- Pirdêzimanî; Zimanên ku zarok yekemcar hîn dibin û bi wana diaxifin.(mînak; Ger di nava malekî da dê bi zimanekî û bav jî bi zimanekî dinê bi zarokê xwe ra biaxifin, ew çax zarok çend zimana bi hev ra hîn dibin… Zarokên weha jî pirdêzimanî dibin.)
c- Zimanê bîyanî(duem); Zimanê ku piştî hînkirina dêziman, meriv li derdora(kuçe-bajêr-penaberî…) xwe hîn dibe.
d- Zimanê dibistanê; Zimanê ku meriv li dibistana hîn dibe.
Min jî xwest li ser dêzimanê Kurdî, ji pirtûka ”Stranên Zaroka” bi stranekî xwe va, vê roja giranbiha bixemilînim û pîroz bikim.
ZIMANÊ KURDÎ
1- Çi nazik û nazdar î
Ji Kurda ra jîndar î
Her ji me ra candar î
Bi letîf û guldar î.
2- Tu zimanê Kurdî yî
Ji dê, bav û kala yî
Hergav di dilê me da yî
Hebûna me Kurda yî.
3- Bedew î, bi awaz î
Xweş e, gilî û gazî
Rêbazdar î, bi saz î
Law û keç ji te razî
4- Zimanekî qedîm î
Strana li ser hev tînî
Pir xweş li hev datînî
Bîna me bi hev tînî
5- Zazakî û Hewramî
Soranî û Kurmancî
Kurdî yî, pirzarav î
Bi rûmet û hêja yî.
Gotin û Awaz; Î. Can