Şevê dinê bi muşek bo ser Firokexaneye Navdewletî a Hewlêr û bajarê Hewlêrê hat kirin, ku bû sedema kuştin û birîndar bûna kesên sîvîl.
Wezareta Navxweyiya Herêma Kurdistanê ragihand ku şiveya êrîşa dawî wekî êrîşa berê ye, ku bo ser Firokexaneya Hewlêrê hatibû kirinê. Her wekî dizanin di Fırokexaneya Hewlêrê da baregeha Hevpeymaniya Navdewleti heye.
Serçaveyên heremî behsa vê yêkê dikin, ku êrîşa dawî ji aliyê Heşdî Şabî, ku ser bi Cumhuriyeta İslamiya Îranê ye û bi mebesta dagir kirinê hêzekê mezin aniye Şengalê, hatiye kirin.
Armanca êrîşa dawî wekî yên berê têkdana aramiya Herêma Kurdistan e, binpê kirina serweriya hikumeta Herêma Kurdistan e, peyameka bo hevpeymaniya Navdewleti ye, ku dixwaze jêra bêje Herêma Kurdistan ne ciyê evle ye.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK êrîşa dawî bi tundî mehkum dike û daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewleti û Koma Mîletan û welatên Rojava, sazî û dezgeyên navnetewî dike, ku pêşiya êrîşên bi vî rengî bigrin, pirtir piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin daku evlehiya Herêmê bê parastinê.
PSK carekî dinê bang li hêzên welatparêzên Kurdistana Başurê dike, ku bona parastina aramî û deskevtên netewî yekdeng û yekhelwest bin.
PSK carekî dinê piştgiriya xwe li Hikumeta Herêma Kurdistanê radigihine û serxweşiya xwe bi rêka Hikumeta Herêma Kurdistanê ve pêşkeşê malbata qurbanê vê êrîşê dike û şifayê xêrê bo birîndaran dixwaze.
16.02.2021
Partiya Sosyalîst a Kurdistan