Wezîrê derve yê Amerikayê Blinken bi rêya telefonê pêwendiyek li gel serokwezîrê Kurdistanê danî
Di pêwendiyê de guftûgo derbarê êrîşa mûşekî ya şeva borî li ser Hewlêrê hatin kirin û her du aliyan hevxemiya li ser qurbaniyên êrîşê nîşan dan.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî ew êrîş bi êrîşeke tirsonek bi nav kir û daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîka kir, piştgîriyê li lêkolînên hevbeş ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bike, ji bo êrîşkar bên diyarkirin û dadgehkirin. Di vê derbarê de her du alî hevnerîn bûn ku pêwendî berdewam bin.
Herwiha her du aliyan di wê pêwendiya telefonî de jî, dawî pêşhatên rewşa Iraqê guftûgo kirin.