Fermandarê Hêza Qûds a Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî ku piştî kuştina Qasim Suleymanî ketiye şûna wî, di merasî bibîranîna Suleymanî de gef li Amerîkayê xwar.
Qaanî di merasîma bîranînê ya li Tehranê hat sazkirin de, di salvegera kuştina Qasim Suleymanî de gef li Amerîkayê û Donadl Trump xwar û wiha got:
“Şehîd Suleymanî bi destê zilamê tawanbarê herî kirêt û qelaş ê cîhanê (Trump) rûbirûyî sûîqestê bû.”
Qaanî got ku ew dê tola Suleymanî hilînin û wiha pê de çû: “Eşkere dibêjim ku wê rêya hêza Qûds û hêzên berxwedanê ji ber xirabkariyên Amerîkayê paşde gav navêjin. Mimkun e ku di nav mala we de (Amerîka) jî kesên beşdarî vê tawanê bûne bersiva xwe bistînin.”