CîhanRojev

Li Fransa derketina derve qedexe dibe

Fransa di çerçova tedbîrên li himber belavbûna vîrûsa Koronayê derketina derve qedexe dike. Berdevkê hukumeta Fransayê Gabriel Attal, da xûyakirin ku; ji roja 2.01.2021ê pêde li 15 bajaran , demjimêr 18:00 heta demjimêr 06:00ê derketina derve qedexe ye.

Navçeyên ku qedexe lê hatî ragihandin evin:Hautes-Alpes, Alpes-Maritimes, Ardennes, Doubs, Jura, Marne, Haute-Marne, Meurthe-et-Moselle, Meuse, Haute-Saône, Vosges, Territoire-de-Belfort, Moselle, Nivre û Saône-et-Loire ye.

Ji aliyê din qedexeya derkitina derve li Fransayê demjimêr 20:00 heta demjimêr 06:00 ê berdewam e. Dê 7ê mehê de hukumeta Fransayê ji nû ve nirxandinekî bike û biryarên nû bigre.

Back to top button