Çelakvana jîngeh û keşûhewayê keça Swêdî Greta Thunberg, cejna rojbona Îsa pêxember pîroz kir. Greta bi gelek zimana ev cejn pîroz kir. Çalakvana navû deng zimanê Kurdî ji bîr nekir û bi Kurdî got: Krismas pîrozbe.
Greta Thunberg a 17 salî kuçalakvana jîngeh û keşûhewayê ye û navê wê li cîhanê belav bûye, li hejmara xwe ya Twitterê bi gelek zimanan Cejna rojbona Îsa Pêxember pîroz kir.
Thunberg di wê peyama xwe de zimanê Kurdî jî jibîr nekir û bi Kurdî (Kurmancî) Cejna Krîstmasê li gelê Kurdistanê pîroz kir û got, “Kirîstmas pîroz be!”
Greta Thunberg 3ê Çileya 2003an li Swêdê ji dayîk bû û di paneleke ku bi mazûvaniya Banka Cîhanî bi rêve çû, gotarek arasteyî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) kir û bi wê gotarê navê wê zaroka aktîvîst li cîhanê belav bû.
Thunberg keça hunermenda operayê Malena Ernman e û bavê wê jî Svante Thunberg e ku ew jî aktor e.