PolîtîkRojev

Pirsa Kurd gotubêj kirin

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu serdana Navenda Giştî ya HUDA-PARê kir û bi serokê giştî wê yê partiyê Îshak Saglam re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Ahmet Davutoglu û Îshak Saglam civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Ahmet Davutoglu û Îshak Saglam pirsa Kurd jî dirêjahî gotubêj kirin. Herweha li sistema serokkomariyê ya ku niha heya Davutoglu projeya xwe pêşkêşî Saglam jî kir û li ser vê projê Davutoglu agahdarî da HUDA PARê.

Li ser pirsa biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  ya derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş de Îshak Saglam got: “Ez derheqê wê biryar ku DMMEyê daye û dosyayê de zêde agahdar nînim. Biya min nebaş e ku mirov derheqê meseleyeke taybet de fikra xwe bîne zimên. Dewlet him ji ber hinek mecbûrîyetan û him jî ji ber pêdiviyên serdemê di nav saziyên navneteweyî de cî digirin. Dewlet bi vî awayî rotayên xwe diyar dikin. Komara Tirkiyê jî ji roja ewil ve berê xwe daye rojava. Min wek hiqûqnasekî dosyayên  DMMEyê bi salan şopand. Em dibînin ku piranîya biryarên wê siyasî ne. Me ew yek di biryara tesetturê de jî dît. DMMyê biryarên xwe di çarçoveya hiqûqê de nade. Divê welatê me ji pergala ku pabendbûna biryaran ferz dike derkeve.”

Davutoglu: Nabe ku ti kesek bêyî darizandin bê zindanîkirin

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu behsa biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku dubare daxwaza azadkirina Selahedîn Demîrtaş ji Tirkiyê kir.

Ahmed Davutoglu got ku li Tirkiyê divê proseyên yasayî yên navxwe bêne temamkirin, lewra ew weke partî li dijî wê yekê ne ku kesek çendîn salan di zindanê de bê hiştin û ti biryarek li ser çarenivîsa wî neyê dayîn.

Back to top button