Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi dijwarî êrîşa mûşekî ya şeva borî bo ser balyozxaneya welatê xwe li Bexdayê şermezar dike û dibêje, grûpên milîşiya ên ser bi Îranê jê berpirs in û daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike lêpirsînê ligel wan bike.
Mike Pompeo di daxuyaniyekê de dibêje, di demekê de Iraqê ji ber krîza Corona û aborî dinalîne, grûpên milîşiya ên ser bi Îranê astengên herî mezin in û nahêlin Iraq ber bi aştî û rewşeke baş biçe. Pompeo dibêje, her ew grûpên êrîşî saziyên dîplomatîk dikin, bi awayekî zêde serwet û sermaya giştî ji Iraqiyan didizin, êrîşî xwepêşanderên aştîxwaz û çalakvanan dikin û agirê şerê navxweyî xweş dikin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwazê ji Iraqiyan dike, piştgiriya hewldanên hikûmetê bikin daxu serbixweyiyê bidest bixe, yên ji êrîşan berpirs in bên dadgeh kirin û garantî jî bê dayîn ku hêzên Şîe di bin kontrola dewletê de ne.
Şeva borî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ket ber êrîşeke mûşekî, lê ji aliyê sîstema antî-mûşek ve bersiva êrîşê hat dayîn.