Serokê Partiya Pêşerojû Ahmet Davutoglu di bernameyek a televizyonî de behsa rojeva Tirkiye kir û bi tundî Erdogan rexne kir.
Davutoglu beşek axavtina xwe de dibêje: Dema ez serokê partiyê bûm min çendî cara ji Erdoganre got:“ Ev partî tûkdiçe ji ber ku muesesetî di nava partiyê de nemaye. Arikariya min bike em partiyê ji nûve rêxistin bêxin û mûesesa ava bikien. Lê Erdogan guh da wê guruba ku dijitiya min dikira û ez mecbûr bûm ji partiyê îstifa bikim.
Li ser pirsekî Davutoglu got: Yê insana dike insan prensîbê wan e. Ez li prensibê xwe xwedî derketim, lê Erdogan ji serî heta binî hate guhertin. Erdogan ji bo xwendina helbeste kî hate girtin. Herkesekî dizaniya ew geleke rêzê li azadiya digre, lê herkes heta yên nêzikî xwe jî ji azadiyê dûr xist û herkes bi xiyanetê itham kir.Erdogan Tirkiye vegerand demên berê.
Davutoglu dibêje eger ez bimam cihê xwe minê ofiseka serokwezîrîyê li Diyarbekirê vekirbûya.
Li ser pirsekî di derbarê hilbijartinan de Davutoglu dibêje: Min jiyana xwe daye vî karî, dê kesek nikaribe sihê deynê ser hilbijartina. Hilbijartin bi awayek demokratik çênebin û Erdogan yan aliyên din nehêlin bi awayek demokratik hilbijartin encam bidin, dê bersiva me gelek bi tund be.