Çekdarên PKKê şeva borî ji sê aliyan ve êrîşî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û encamê de efserekî Pêşmerge şehîd bû.
Li gor zanyariyên geheştine BasNewsê, çekdarên PKKê bi planeke pêşwexte êrîşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê parêzgeha Duhokê kirine û di encamê de Pêşmergeyek bi navê Cahîd Ebdulrehman û payeya wi ji milazim bû şehîd bûye.
Vê derbarê de li gor K24ê bi zimanê peyamnêrê xwe ve aşkera kir, li deriye gundê Şergelê bo gundê Dêreşê ya li sînorê qeza Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê, Pêşmerge rawestgehek li ser rê daniye bo rêgirtina li karên neyasayaî û qaçaxçîtiyê, lê otomobîlekî çekdarên PKKê bê ku guhbide rawestgeha Pêşmerge û bi lezeke zêde ve hatiye, çekdarên PKKê nav otomobîlê de jî gule li Pêşmerge berdane.
Li gel gule berdana nav otomobîlê de, çekdarên PKKê ji sê aliyan ve gule li hêza Pêşmerge berdane, li hember wê jî Pêşmergeyên li wê rawestgehê berevanî li xwe kirine û ew rewş demjimêrekî berdewam kiriye.
Li gor zanyariyên BasNewsê, ew Pêşmergeyê di wê êrîşê de şehîd bûye, eslê xwe xelkê bakurê Kurdistanê ye û mala wî li Zaxo ye û Pêşmergeyê siriya 2 fewca 3 lîwaya 1 a hêza Pêşmergeyên Zîrevaniyê bûye û ew bixwe jî cîgirê berpirsê wê grubê bûye.