CîhanRojev

Wezê derve yê Amerikayê serdana Tirkiye dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, bi firokeyeke taybet ji Fransayê gehişte Stenbolê. Heta niha bernameya serdana Pompeo ya Tirkiyê nehatiye eşkerekirin û ne diyar e kîjan karbidestên Tirkiyê dibîne, lê biryar e li Stenbolê ligel Keşeyê Dêra Ortodoks a Rûmî bicive.

Pompeo roja Duşemê di serdana xwe ya Fransayê de di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeke Fransî amaje bi pêşhateyên Nagorno-Karabax û Deryaya Spî daye û gotiye, di van çend salên dawî de Tirkiyê helwêstekî gelekî êrîşker pêşan daye û di wî warî de hevra ye ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron.

Pompeo herwiha besa wê yekê kiriye ku di hevdîtina xwe ya ligel Macron de li ser pirsa Sûriye û Lîbyayê rawestiya ne û gotiye Tirkiyê çekdarên Sûrî birine Azerbaycanê û tekez kiriye ku divê Ewropa û Amerîka li beramber Tirkiyê hevhelwêst bin û kar bê kirin bo razîkirina Erdogan daku dest ji wî helwêstî berde.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi geşteke 10 rojî serdana welatên hevpeymanê Amerîkayê li Ewropa û Rojhilata Navîn dike bo bihêzkirina polîtîkayên îdareya Donald Trump di warê peywendiyên Amerîkayê de ligel wan welatan.

Piştî bidawîbûna serdana Fransayê, Pompeo şeva borî gehişte Tirkiyê û biryar e serdana Gurcistan, Îsraîl, Îmarat, Qeter û Erebistana Siûdiyê bike; serkirdeyên wan hemû welatan jî bi eşkere pîrozbahî li Joe Biden kirine bi helkefta serkeftina wî ya di hilbijartinan de.

Back to top button