Parlemana Êraqê divê rêzê li destûra bingehîn û mafên gelê Kurd bigire
Parlemana Êraqê, bi dengê parlemanterên Şîa û Sunnî li hember mafên hevwelatiyên Herêma Kurdistanê biryarek nayasayî girtiye.
Ev biryar ku di roja 12/11/2020 hate girtin, bi vekirî binpêkirina lihevhatina pêkhateyên Êraqê û yasayên wî welatiye.Wê biryarê careka din pirsa pêşeroja rûniştvanên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê, û herwiha statûya Herêma Kurdistanê bi giştî û lihevhatina Kurdan û Ereban aniye rojevê.
Gelek vekirî ye ku vê carê jî para Kurdan ji dahat û budceya Êraqê ku di destûra bingehîn û bi lihevhatina hemû pêkhatiyan hatibû misoger kirin, dîsa ji aliyê nûnerên Ereban we hatiye binpêkirin. Xûya ye ku nûnerên aliyên erebî hêjî Kurdan wek hevwelatiyên mafdar yên wî welatî nabînin û bi asteng û zextan dixwazin li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê rawestin.
Aliyên ku niha li dijî gelê Kurd biryaran didin, nabe tu caran ji bîr kin ku Êraqa niha bi alîkarî û fedekariya aliyên Kurdî karî li ser piyan bimîne. Divê tu carî neyê ji bîr kirin ku gelê Kurd di 25 ê îlona 2017an de îradeya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê derbiriye û dema ku lihevhatina herdu neteweyan di nav yek welatî de misoger nebe, dê Kurd jî li gor îradeya gelê xwe pêngavan bavêjin.Em bang li hemû parlamenterên Kurd û herweha hemû rêkxistinên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin ku li hember biryara Parlemana Êraqê bi yekdengî û yekhelwestî hereket bikin.
Xwast û îradeya gelê Kurd nabe tu caran teslîmê gefên pêkhatiyên din yên Êraqê û destêwerdanên derekî bibe.DIAKURD di vê pirsa hestyar de piştgirîyek xurt dide dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê, ango Parleman, Hikumet û Serokatiya Herêma Kurdistanê.
Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diaspora (Diakurd)
14/11/2020