PolîtîkRojev

PDK û YNK di serokatiya Nêçîrvan Barzanî de di civînê de ne

Bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, şandên Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê di civînê de ne.

Di civînê de tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade ye, şanda YNKê ji aliyê hevserokê wê partiyê Bafil Talebanî ve tê serokayetîkirin û ji Rizgar Elî, Şalaw Elî Eskerî, Soran Şehîd Cemal Tahîr û Dr. Xesrew Gul Mihemed pêk tê.

Şanda PDKê jî ji Hûşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Elî Hisên û Dilşad Şehab pêk tê.

Li gor zanyariyên Rûdawê, êrîşa PKKê bo ser Pêşmerge û serederîkirina li gel wê hêzê û cîbicîkirina rêkeftina îdarî bo pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji mijarên sereke yên civîna îro ne.

Roja 11ê Tebaxa bihorî, YNK û PDK li Dûkanê civiyabûn û di daxuyaniya hevbeş a piştî wê civînê de ragihandibûn, ku ew li ser şeş xalan rêkeftine û civîna wan a bê jî dê li ser asta polîtboruyê û li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê be.

Back to top button