CîhanRojev

Serokê Îsraîlê daxwaz dike Joe Biden serdana welatê wan bike

Serokê Îsraîlê li peyameke vîdeoyî da pîrozbahiyê li Joe Biden û Kamala Harris Cîgirê wî kir ku li hilbijartina Serokayetiya Amerîka serkeftinê bi dest ve anîn û daxwaz jî li Biden kir serdana Îsraîlê bike.

Reuven Rivlin Serokê Îsraîlê li peyama xwe da daxwazê jê Biden dike û dibêje: “Birêz Serokê hilbijartî, wekî Serokê Îsraîlê dilxweş dibim ku wekî Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Orşelîmê pêşwaziyê li we bikim”.

Serokê Îsraîl di derbarê Trump jî dibêje: “Dixwazim spasî Serok Trump bikim ku di dema van çar salan de piştevaniyeke bihêz li asayîşa Îsraîlê kiriye, her wiha spasî gelê Amerîka dikim ji bo wê piştevanî û dostayetiya li gel me heye. Gumana min nîne li paşerojê da jî ew peywendî berdewam geş dibin. Xwedê Amerîka biparêzê û we jî selamet bike”.

Back to top button