Kompanya Danagaz ya Îmaratî eşkerekir li ser asta cîhanê da tîşk dixe ser veberhênana kerta neft û gaza Kurdistanê û karên xwe berfirehtir dikin.
Li daxuyaniyek de kompanya Danagaz eşkere kir, beşekî kêlgehên neftiyên wan yên ku li Misrê kar têda dikin, 236 milyon dolarên Amerîkî firoştiye bo projeyên li cihên din zêdetir pêş bixe.
Dr Patrick Almanword Serokê Kompanya Danagaz li vî derbarî de got: “Herdem armanca me eweye zêdetirîn qazancê bi hevbeşên xwe bigihînîn. Rêkeftina firoştina wê berjewendiyên me yên li Misrê beşeke ji wê stratejiyete. Temamkirina proseya firoştinê yarmetiya me dide rewşa xwe ya darayî bihêztir bikîn û li karên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê jî berfirehtir bikîn”.
Serokê Kompanya Danagaz her wiha dibêje: “Herêma Kurdistanê yedegeke mezina neftê heye ku dikarê beşa me ji milyarek bermîl neft zêdetir bike.