Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Ehmed Mela Telal ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser mijara Şingalê li hev kirin û ew rêkeftin li ser herdu astên rêveberî û ewlehî ye û dawiyê li desthilata gurûpên çekdar tîne.
Ehmed Mela Telal rêkevtina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çaresekirina pira Şimgalê weke rêkeftineke dîrokî bi nav kir û got: “Rêkevtin bi hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye û rê bo avakirina bajêr û vegera xelkê xweş dike.”
Telal herwiha got: “Gavên pêştir rastî şkestinê hatin, lê bi saya pêkanîna bawerî û niyetpakiya ji aliyê hikûmeta niha ve ew siyaset serkevtî bû. Piştî pêkanîna asayiş û aramiyê koçberên Şingalê dê bo mal û cihên xwe vegerin.
Îro roja Înê 9ê Cotmeha 2020an şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe, Rêber Ehmed ji bo gotûbêjkirina mekanîzmên cîbicîkirina rêkeftina Şingalê serdana Bexdayê kir.
Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, ku wan bi amadebûna Netewên Yekbûyî civîneke baş li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim’ kirine û li ser rewşa Şingalê li hev kirine.
Ehmed ji rojnamevanan re got, ku ew hêvî dikin, encamên vê rêkeftinê vegera koçberên Şingaê bo cihên xwe be, û ji aliyê rêveberî, leşkerî û asayîşê ve, rewş were asayîkirin.
Li gor zanyariyên Rûdawê di rêkevtinê de tê gotin:
-Divê ti hêzeke çekdar li Şingalê nemîne.
-Divê hêzên çekdar bi dûrahiya 5 kîlometreyan dervey gundên dorûberên Şingalê bicih bibin.
– Dosya ewlehî ya bajêr radestî polîsê navxwe were kirin.
Roja 3ê Tebaxa 2014an, DAIŞê êrîşî navçeya Şingalê kiribû û bi sedan welatiyên Kurdên Êzidî komkuji kiribûn, herwiha zêdetirî şeş hezar jin û keç û zarokên Êzidî êxîsr girtibûn û revandibûn.
Di Mijdara 2015an de, di operasyonekê de bi serpireştiya serok Barzanî, hêzên Pêşmerge bajarê Şingalê û derdora wê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kiribûn.
Di bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de, Şingal kete destê hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî û hêzên Pêşmerge li navçeyê neman, lewma valahiyeke emnî li navçeyê çêbûye û ji ber wê jî metirsiyên DAIŞê li ser navçeyê jî zêde bûne.