Kanada hinardekirina sîstema teknelojiyê ya taybet bi firokeyên bêfirokevaniyê ya ji bo tirkiye ragirt û lêkolînê jî dike ku gelo ew teknelojiya wan ji aliyê hêzên Azerbaycanê ve li dijî Ermenîstanê têne bikaranîn yan na?
François-Philippe Champagne Wezîrê Derveyê Kanada li daxuyaniyek de got: “Me ji bo tirkiye rêpêdana hinardekirina sîstema teknolojiya firokeya bêfirokevan ragirtiye, ji bo ku demeke zêdetir ji bo dûvdaçûnan hebê”.
Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê gihîştiye lûtkeyê û li heftiyek de sedan kes li wê şerê da hatine kûştin. Şerê wan du welatan li ser Nagorno – Qerebaxe ku herêmeke kêşe lisere û bi fermî ser bi Azerbaycane lê belê ji aliyê Ermenîstanê ve tê birêvebirin. Tirkiye li vê şerê de bi eşkere piştgîriya Azerbaycanê dike.