Rojnemevan a Rusi Irina Slavina li bajarê Nizhniy Novgorod dawî li jiyana xwe anî. Irina li ber avahiya wezereta Navxwe, agir berda bedena xwe û xwe şewitand . Irina ji berî ku xwe bişwitîne di Facebook a xwe de dabû xûyakirin ku,Ez dixwazim hun bi mirina min Rusya yê bepirsîyar bibînin
.
Ji berî çend roja polisa li mala Irina lêgerin kirîbû û dest danîbûn ser komputerên wê. Irina berpirsiyariya malperek a intenetê dikira û li dijê sansûrê disekiniya. Irina berpirsiyara giştî ya malpera Koza Press bû. Ewê gelekî li dijê sansûrê çalakî dikiran.
Ji berî demekî Irina sedemê ku heqaret li hukumetê kiriye bi pera hatibû cezakirin. Di derbarê Îrina de peyamnêrê BBC Moskova Sarah Rainford dibêje: Her demî ew aciz dikiran gelek cara polisan ew digirtan û gelek cara jî cezayê pere jê re dihata birîn.Ew jinek gelekî çalak bû.