Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya li salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê
Li bîranîna pêncih saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê da, pîrozbahiyê li birêzan Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encumena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayan û zanayên birêzê ola îslamî ya Kurdistanê dikîn.
Zanayên olî herdem li bihêzkirina bingehên pêkvejiyan û kultûra lêborînî û aştiya civakî û rêgirîkirina li geşkirina hizra tundrewiya li Kurdistanê roleke diyar dîtine, em bi rêz û rûmetê ve li rol û erka wan dinêrîn û ji bo wan hêviya serkeftinê dixwazîn.
Her li vê helkeftê de dakokiyê li ser kûrkirina kultûra resena mirovdostî û aştîxwazî û hevdû qebûlkirina di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikîn û bi vê navê da hemû piştgîriyek li hewlên Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê dikîn.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/09/2020