Rojnameya The Hill ya Amerîkî belavkiriye rola Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Iraqê da li du rêyan daye û divê li gel kêmkirina hêzên xwe yên li Iraqê, hebûna serbazên xwe yên li Herêma Kurdistanê bi hêz bike.
Rojnameya The Hill li raporek da nivîsiye: Herêma Kurdistanê cîheke arame û daxwaz ji Amerîkayê dike piştî kêmkirina serbazên xwe yên li Iraqê, pêgeha xwe ya serbazî ya li Herêma Kurdistanê bihêz bike.
Seth J. Frantzman şîrovekar û nivîskarê pirtûka “Şerê Dronan” ku biryare sala bê bête belavkirin got: Rola Amerîka ya piştî kêmkirina jejmara serbaz û binkeyên li Iraqê li du rêyek daye û cîgîrkirina hêzên xwe li Herêma Kurdistanê ku dostê Amerîkane, ji bo wan hêzan cîheke arame û piştrastiyê jî dide selametiya serbazên me.
Frantzman balê dikşîne li ser wê yekê ku piştî guherîna Fermandeyê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî Da’îş û zêdebûna êrîşên mîlîşiyayên ser bi Îranê li ser Amerîka û hevpeymanan li Iraqê, Amerîka heşt binkeyên serbazî radestî Iraqê kir û tenê li sê binkeyan da maye ku yek ji wan li Herêma Kurdistane.
Her wiha got: Amerîka nikarê li rêya dronê bi tevahî şerê dijî Da’îş bike, ji ber ku pêwîste rahênanê bi Pêşmerge û hêzên Iraqiyan bike ku berdewam bin.
Çavkanî: https://thehill.com/opinion/international/516433-how-the-us-is-doing-more-with-less-in-iraq