
Wezîrê Derveyê Iraqê Fuad Hussein ragihand peywendiyên Iraqê li gel Amerîka dijî bi hîç kes û aliyek nîne. Bexda kêşeya xwe li gel Enqere û Tehranê heye ji ber destwerdana wan ya li karubarê navxweya welat.
Fuad Hussein li civîneke rojnamevaniyê da li Bruksela paytexta Belçîka got: Iraq peywendiyeke baş li gel welatên Kendawê heye û peywendî û serdana du aliyane li navbera me da heye.
Her wiha got: Bexda hewl dide peywendiyên xwe yên li gel Îran û welatên dinê cîran baş bê.
Wezîrê Derveyê Iraqê eşkere kir, welatê wan dixwaze peywendiyeke hevsengî li gel hemûyan hebê, heman demê de tekez li ser pêwîstiya rêzgirtina li serweriya Iraqê û destwernedana li karubarê navxweya welatê wan kir.