PolîtîkRojev

Serok Barzanî û Mistefa Kazimî civiyan

Îro pênçşem Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin û Serok Barzanî û Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê li civiyan.

Şanda Iraqê ji Wezîrên Derve, Berevanî, Neft, Koç û Koçberan û çendîn berpirsên dinê Hikûmeta Federalî pêkhatine.

Piştî dawî hatina civînê Nivîsîngeha Serok Wezîrê Iraqê daxuyaniyek di derbarê naveroka civînê belavkir ku “Hevdîtinê de behsa rewşa giştî ya niştimanî kirine paşeroja welat guftûgo kirine. Her wiha yekxistina helwestên li ser asta niştimanî û dosyeya hilbijartina pêşwext nirxandine.

Back to top button