Dosya

Global Firepower hêza leşkeriya tirkiye û Yunanîstanê eşkere kir

Ji ber wan aloziyên li navbera her du welatan ji ber lêgerîna gaz da li Deryaya Navîn rûda, her du artêşên Yunanîstan û tirkiye çalakiyên deryayî li Rojhilata Deryaya Navîn de encam didin ku hêzên xwe nîşanî hevdû bidin.

Malpera Global Firepower ya Amerîkî, beramberiyek li navbera hêzên serbaziya artêşa tirkiye û Yunanîstanê encam daye, li gor serjimêriya sala 2020 li ser asta cîhanê de artêşa tirkiye li pleya 11 emîn tê û artêşa Yunanîstanê li pleya 33 emîn tê.

Hejmara nîştecihên tirkiye 81 milyon kese, 41 milyon kes ji wê hejmarê hêza miroviya ber destin ji bo karkirinê û nêzîkî 35 milyon kes berdestin ji bo xizmeta serbaziyê.

Hejmara nîştecihên Yunanîstanê nêzîkî 11 milyon kese, nêzîkî 5 milyon kes ji wê hejmarê hêza miroviya berdestin ji bo karkirinê û nêzîkî 4 milyon kes berdestin ji bo xizmeta serbaziyê.

Budceya salaneya artêşa tirkiye digihe 19 milyar dolaran, li beramber da budceya artêşa Yunanîstanê digihe 4.8 milyar dolar.

Artêşa tirkiye hêzên berdest ji 355 hezar serbazan û 380 hezar serbazên yedeg pêktê, li beramber da artêşa Yunanîstanê hêzên berdest ji 200 hezar serbazan û 550 hezar serbazên yedeg pêktê.

Hêzên Asmanî:

Artêşa tirkiye 1.055 firoke heye li nav wan da 206 firokeyên cengî, 80 firokeyên barhilgirê serbazî, 276 firokeyên meşq û rahênanê û 18 firokeyên erkên taybet heye, her wiha 497 firokeyên helîkopter li gel 100 firokeyên helîkopterên êrîşber heye.

Artêşa Yunanîstanê 566 firoke heye li nav wan da 187 firokeyên cengî, 15 firokeyên veguhestina serbazî, 143 firokeyên meşq û rahênanê û 8 firokeyên erkên taybet heye, her wiha 231 firokeyên helîkopter li gel 29 firokeyên helîkopterên êrîşber heye.

Hêza bejayî:

Artêşa tirkiye 2.622 tank, 8.777 zirêpoş, 1278 topavêjê otomatîk, 1260 topavêjên meydanî û 438 mûşekavêj heye.

Artêşa Yunanîstanê 1.355 tank, 3691 zirêpoş, 547 topavêjê otomatîk, 463 topavêjên meydanî û 152 mûşekavêj heye.

Hêza deryayî:

Hêza Deryayî ya tirkiye ji 149 perçeyên deryayî ku 12 keştiyên jêrderyayî, 16 keştiyên cengî, 10 kelek û belemên cengî yên biçûk pêktê li gel 35 keştiyên êşkgir û 11 keştiyên mîndoz pêktê.

Hêza Deryayî ya Yunanîstanê ji 116 perçeyên deryayî ku 11 keştiyên jêrderyayî, 13 keştiyên cengî, 35 keştiyên êşkgir û 4 keştiyên mîndoz pêktê.

Firoke û benderên wan:

Tirkiye 98 firokxane û 10 benderên xwe yên deryayî heye li gel keştiyên bazirganî ku ji 1277 keştiyan pêktê, li beramber da Yunanîstanê 77 firokxane û 7 benderên xwe heye û ji 1343 keştiyên bazirganî pêktê.

Malpera Statista ya Amerîkî jî ragihandiye ku li gor serjimêriya sala 2019 her du welat endamin li peymana Nato û artêşa tirkiye li pleya duyem wekî bihêztirîn artêş li nava wê peymanê û artêşa Yunanîstanê jî li pleya 9 em tê.

Back to top button