Civak
Tirkiye gundekê Şingalê bombebaran kir
Firokeyên Tirkiye gundê Behraviyayan ya li komelgeha Xanesora ser bi Şingalê bombebaran kir û 65 roje tirkiye operasyoneke li dijî PKK li nav axa Herêma Kurdistanê destpêkiriye û heta niha li 16 xalên stratejiyê da hêzên xwe cêgîrkiriye.
Hêzên tirkiye bi kûrahiya 30 heta 45 km hatine nav axa Herêma Kurdistanê û ji ber wan operasyonan ve jî şeş kesên sivîl li devera parêzgeha Dihokê hatin şehîdkirin û pênc gundên devera nahiyeyên Batîfa û Derkarê ya li devera Zaxo hatin valakirin û ziyaneke maddî ber dehan welatiyên wê navçeyê ketiye.