Cîhan
Amerîka dest danî ser keştiyekê nefthilgirê Îranê
Wezareta Dad ya Amerîka belavkir ku dest danîne li ser keştiyekê neftî ya Îranê da ku ber bi Venezuella birêketibû.
Li daxuyaniya Wezareta Dad ya Amerîka hatiye gotin ku bi hevkariya hevbeşên biyaniyan, niha keştiya Îranê li destê hêzên Amerîka de hatiye girtin.
Li gor nûçeyeke Ajansa Frans Press, keştî zêdetir yek milyon bermîl neft hilgirtiye û berê jî Amerîka hişyariyên li vî derbarî de dabû Îranê.
Îran û Venezuella ew welatin ku Amerîka sizayê xistine ser, ew keştiya Îranê jî bi mulkê Supaya Pasdaran dizanê ku Amerîka xistiye lîsta terorê.