Cîhan
Ziyana li Lubnanê digihe 5 milyar dolaran
Parêzgarê Beyrutê ragihand ku ji ber peqîna doh ya li Beyrutê nêzîkî 5 milyar dolaran ziyan gihîştiye Lubnanê û ewe yek jî wê bandora xwe li hemû jiyana welatiyên li Lubnanê bike.
Merwan Ebud Parêzgarê Beyrutê eve jî da zanîn ku ji ber peqînê ziyan gihîştiye 300 hezar mirovan û cihê jiyana wan têk çûye û gelek avahî bi temamî wêran bûne, bi giştî nêzîkî 5 milyar dolar ziyan gihîştiye Lubnanê.