CîhanRojev

Neteweyên Yekgirtî: Tirkiye çekdarên Surî û Somalî dişîne Lîbyayê

Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî li nûtirîn rapora xwe ya li 26ê vê mehê derketiye di derbarê rewşa Lîbyayê de dibêje: Destêwerdana tirkiye li karubarê navxweya wî welatî û şerê di navbera aliyên nakok de berdewame.

Li raporê da dibêje: “Li navbera 7 hezar heta 15 hezar çekdarên Sûrî û Somalî li rêya tirkiyê ve çûne nav Lîbyayê û ji bo alîkarîkirina hêzên Hikumeta Wîfaq ya bi Serokayetiya Fayiz Serac û şerkirina dijî hêzên Xelîfe Hefter”. Li gor raporê çendîn endamên Neteweyên Yekgirtî dilgiraniya xwe di derbarê gihîştina hezaran terorîstên rêxistinên Da’îş û Qaîde li rêya tirkiyê ve çûne Lîbya û piştgîriya Hikumeta Wîfaq dikin.

Her wiha dide zanîn ku ew şerkerên Sûrî li bingehê de endamê wê grûpên çekdarên terorîstiyanin ku navê wan li lîsta sizakiriyên li Sûriyê da heye. Di demek da rêxistina Da’îş hê jî maye û Qaîde jî cihên xwe li civakên biçûk de bihêztir dike.

Rapora Encûmena Asayîş eşkere dike “Çend sed şerkereke Da’îş li Lîbyayê da hene”. her wiha balkişandiye ser wê yekê ku yek ji welatên endam eşkerekiriye “Hejmara terorîstan li nav Lîbyayê da digihe 4 hezar kesan”.

Back to top button