Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya û ragihand, nabe pirsgirêkên aliyên siyasî di nav dam û dezgehên hikûmî de reng bidin û YNK wek beşdarekî sereke, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja 27.07.2020ê, pêşwazî li Hevserokê YNKê Bafil Talebanî kir.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di wê civînê de giftugo derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatin kirin.
Her li gor wê daxuyaniyê, Hevserokê YNKê Bafil Talebanî tekezî li ser wê kir ku, “YNK wek beşdarekî sereke piştevaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û nabe pirsgirêkên aliyên siyasî di dam û dezgehên hikûmî de reng bidin û pêwîst e her aliyek bi toleransî hevkar bin bo ku bi danûstandin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber ku hemû destkeftiyên me encama yekrêzî û tebayiya me bûne. Ji ber wê yekê em dê her hewlekê bidin bo ku wê rewş zehmet û krîzan derbas bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amaje bi wê da ku xelkê Herêma Kurdistanê tevî tehemulkirina dijwariyan, nîgeran in li girjiyên navxwe û çaverê dikin alî rewşeke baş a siyasî birexsînin.
Herwiha Mesrûr Barzanî diyar kiriye, “Hikûmeta Herêmê, hikûmeta hemû Herêma Kurdistanê ye û pêwîst e hemû aliyên beşdarbûyên hikûmetê piştgiriyê li karnameya hikûmetê bikin, ji ber ku bernameya karê kabîneya 9emîn, bernameya hevbeş a aliyên beşdarbûyên nav hikûmetê ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe xistine tevegerê bo ku wê rewşa aborî û tenduristî ya dewam dike derbas bike û jiyan û xizmetguzariya bo hemwelatiyan beştir bike û ji bo vê mebestê jî çaverêyî piştevaniya hemû aliyan e.
Nivîsingeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êvariya roja Yekşemê, 26.07.2020, daxuyaniyek derbarê paşxistina civîna parlamentoya Kurdistanê de belav kiribû û ragihandibû, di peywendiyeke telefonî ya di navbera Serokwezîr û Hevserokê YNKê Bafil Talebanî de, ew pirsgirêk hatiye gotûbêjkirin û Bafil Talebanî daxwaza paşxistina civîna parlamentoyê kiriye bo dema 24 demjimêran kir.