Cîhan
Wezîra Holandî: Neçin tirkiyê
Cora van Nieuwenhuizen Wezîra Avadankirina Holanda di derbarê sefer û serdanên tirkiyê de bang li welatiyên xwe yên hemwelatiyê tirkiye kir û got eger gelek ne pêwîst be, ji bo serdanên geştiyariyê neçin tirkiye.
Her wiha Wezîra Holandî da zanîn ku ew kesên ji bilî hişyariyên Hikûmetê jî serdana tirkiye dikin bêperpirsiyar û dijî civakê ne. Her wiha ew kesên ku ji tirkiye jî vedigerin wê du heftiyan di nava karantinayê de bimînin.